Can Öcal
10 Adar 2026•Rojanekirin: 11 Adar 2026
Tîma Galatasarayê amadehiyên maça Liverpoola tîma nûnera Îngiltereyê temam kirin ku dê di çarçoveya tûra 16ên dawîn ên Lîga Şampiyonan a UEFAyê da biezimîne.
Antrenmana ku bi rêberiya Okan Burukê dîrektorê teknîkî li Tesîsên Kemerburgaz Metin Oktay, 15 deqîqeyê wê yê ewil ji çapemeniyê ra vekirî hat kirin, bi germkirina bedenê dest pê kir. Îdmana ku bi xebata gogsitandinê ya ji 8an 2yê dewam kir, bi organîzasyonên taktîkî yên ji bo maça Liverpoolê kuta bû.
Tîma sor û zer antrenman bi qadroya tekûz pêk anî.
Galatasaray û Liverpool dê îşev di saet 20.45an da li RAMS Parkê derketin hemberî hev.