İbrahim Atmaca
05 Hezîran 2019•Rojanekirin: 06 Hezîran 2019
Ji bo Serokatiya Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Navneteweyî (FIFA) Gianni Infantino cardin hat hilbijartin.
69emîn Kongreya Asayî ya FIFAyê li Parîsa paytextê Fransayê hat kirin û serok û rêvebirên payebilind ên federasyonên welatên endamê FIFAyê beşdar bûn û di kongreyê da hilbijartina serokatiyê hat kirin.
Infantinoyê 49 salî tenê kete hilbijartinê û wê heta 2023yan wezîfeya xwe bidomîne.
Di hilbijartina 2016an da jî Serokê Konfederasyona Fitbolê ya Asyayê Şêx Selman bîn Îbrahîm Al-Xelîfe, Prensê Urdunê Elî bîn Al-Huseyîn û Alîkarê Sekreterê Giştî yê FIFAyê yê berê Jerome Champagne jî ketibû hilbijartinê, lê Infantino bûbû serok.
Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Nîhat Ozdemir, Endamê Lijneya Rêvebiriya UEFAyê û Cîgirserokê TFFyê Servet Yardimci û sekreterê giştî Kadîr Kardaş jî beşdarî kongreyê bûn.
Kongreyeka din a FIFAyê wê saleke din di meha gulanê da were lidarxistin.