Berfin Sidar Aşit
21 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
BITLÎS (AA) - Li Bidlîsê "1emîn Tûrnuvaya Kişikê ya Neteweyî ya BETAVê ya Bidlîsê" hat lidarxistin.
Pêşbirk bi hevkariya Midûriya Perwerdeya Neteweyî û Weqfa Perwerde û Nasandinê ya Bidlîsê (BETAV) va hat lidarxistin û ji 4 welatan û 52 bajaran 260 kes beşdar bûn.
Tûrnuvaya ku dixwaze kişikê bide hezkirin wê di 25ê Tebaxê da xelas bibe û xelat jî wê bêne dayîn.
Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya BETAVê Nurdogan Oto daxuyand ku ew saleke li Mala Çand û Zanistê ya Fuat Sezgîn qursa kişikê didin.
Oto got wan xwestiye ku ew tûrnuvayekê li dar bixin û wiha axivî: "Me bi hevkariya Federasyona Kişikê ya Midûriya Perwerdeya Neteweyî pêşbirkê li dar xist. Ji 4 welatan û 52 bajaran 260 kes beşdar bûn. Ji bilî werzişvanan em mazuvaniya malbatên wan, hakeman û rayedarên federasyonê jî dikin. Pêşbirk dewam dike û dîmenên xweş derdikevin holê. Armanca me ew e ku sala bê em vê pêşbirkê di asta navneteweyî da çêbikin. Ji ber sponsoriyê em spasiya Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya BETAVê Emir Eren dikin. Em hêvî dikin ku ew tûrnuva ji bo bajar û welatê me bibe karekî baş."