Mutlu Demirtaştan
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
ÎSTANBUL (AA) - Real Madrîda taxima Ispanyayê bi yarîzanê Almanî Antonio Rudiger ra peymaneke yek salî îmze kir.
Di daxuyaniya kulûbê da hat ragihandin ku peymana bi yarîzanê êrîşê yê 33 salî ra heta 30ê hezîrana 2027an hat dirêjkirin.
Rudiger piştî ku di Stuttgart, Roma û Chelseayê da lîst, sala 2022yan transferî Real Madrîdê bûbû.
Stoperê ezmûnger ku di Real Madrîdê da derket 182 pêşbirkan û 8 gol avêtin, bi taximê xwe ra 2 caran li Kupaya Super a UEFAyê, her yek carekê di LaLîga, Kupaya Kral, Kupaya Super a Îspanyayê, Lîga Şampiyonan a UEFAyê û Kupaya Cîhanê ya Kulûban a FIFAyê, serkeftin bi dest xist.