Nihat Kavşut
02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
CENEVRE
Li Alpên Swîsreyê îsal di nav 9 mehan da 91 çiyager mirin.
Li gor nûçeya malpera Swissinfoyê îsal 2 hezar û 244 kesên li çiya asê man û birîndar bûn li tîmên xilaskirinê geriyan.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin li Alpên Swîsreyê di heyama rêbendan û îlonê da 91 çiyager mirin.
Li gor agahiyan di heman heyama sala par da jî 115 kes miribûn.
Li Swîsreyê di gerên çiyê da jî îsal 43 kes mirin.
Li Bondoya gundê kantona Graubundenê meha tebaxê ji ber hezazê 8 kes wenda bûbûn.