Elif Irmak
18 Mijdar 2020•Rojanekirin: 18 Mijdar 2020
Şampiyonê boksê yê sikleta giran ê berê Mîke Tyson bi pêşbirka nûmayişê ya ku dê 29ê sermawezê roja yekşemê bi Roj Jones ra bike piştî 15 salan cara ewil derkeve rîngê.
Pêşbirk dê li Dignity Health Sports Parka li Los Angelsa bajarê Amerîkayê bê lidarxistin û ji qenala S Sport Plusê zindî bê weşandin.
- Pêşbirk dê 8 raunt be
Musabaqaya di navbera Tysonê 54 salî yê ku herî dawîn di 2005an da derket pêşbirkê û roj Jonesê 51 salî yê ku 2 sal e boksê nake da dê 8 raunt be.
Tysonê ku di kariyera wî da 50 serkeftin û 6 têkçûnên wî hene di 1986an da dema 20 salî bû Trevor Berbîck navakvt kiribû û bibû "şampiyonê herî ciwan a sikleta giran".
Jonesê ku di çar sikletên cuda da kembera şampiyonayê qezenc kiriye 66 caran bi ser ketiye û 9 caran mexlûb bûye.