14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ERZURUM
Aydan Karakulak di Mihrîcana Zivistanê ya Olîmpîk ya Ciwanan a Ewropayê (EYOF 2017) ku li Erziromê tê organîze kirin madalyaya bronz qezenc kir. Ev xelat a ku Tirkiyeyê qezenc kir ya ewil e.

Aydan Karakulakê der heqê serkeftina xwe daxuniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Piştî 13 salan me ev madalye qezenc kir. Ev tiştekî gelekî bi kelecan e. Di vê serkeftinê de keda mamosteyên min, antrenor û rayedarên me yên federasyonê zêde ye. Ez xebîtim û min qezenc kir. Dema ku min qezenc kir min got qey ev ne rast e, henek e. Ez gelekî westiyam lê encam baş bû."