Mücahit Hüseyin Eroğul
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Di hefteya duyemîn a Koma Kyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026ê da, Portugalê 5-0 zora Ozbekistanê bir.
Portugalê di komê da puanê xwe derxist 4an, Ozbekistanê jî hê çav li puanan nekiriye. Portugal dê di pêşbirka dawîn a komê da bikeve hemberî Kolombiya, Ozebekistan jî ewê bi Komara Kongoya Demokratîk ra bilîze.
Cristiano Ronaldo golên dîrokî avêtin
Cristiano Ronaldo yê Portugalî bû yekem yarîzanê ku di 6 Kupayên Cîhanê yê ku da gol avêtine.
Taximê Futbolê yê Neteweyî Portugalê di hefteya duyemîn a Koma Kyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026ê da, Portugalê 5-0 zora Ozbekistanê bir. Ronaldoyê ku di pêşbirkê da 2 gol avêtin navê xwe li dîroka Kupaya Cîhanê nivîsî.
Yarîzanê stêrk piştî golên xwe yên di salên 2006, 2010, 2014, 2018 û 2022an de, karî di Kupaya Cîhanê ya 2026an de jî gol bavêje.