AMMAN
Hat ragihandin Prensê Urdinê Elî bîn el-Huseyîn, piştî ku Serokê FÎFAyê Joseph Sepp Blatter biryar da dev ji wezîfeyê berde, wê ji bo Serokatiya FÎFAyê bibe namzed.
Alîkarê Elî bîn el-Huseyîn Salah el-Sabra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Prensê Urdinê Elî bîn el-Huseyîn, piştî ku Serokê FÎFAyê Joseph Sepp Blatter biryar da dev ji wezîfeyê berde, wê ji bo Serokatiya FÎFAyê bibe namzed.
Sabra diyar kir heger hin xalên hiqûqî çêbin, dibe ku Prens Elî bêyî hilbijartinê bibe Serokê FÎFAyê û îdia kir ku hin federasyonên fitbolê yên Ewropyê piştgiriyê didin vê.
Prens Elî do daxuyaniya çapemeniyê dabû û bangî Blatter kiribû ku dev ji wezîfeyê berde.
Blatter do li Serokatiya FÎFAyê eşkere kiribû ku wê dev ji wezîfeyê berde.