Yunus Kaymaz
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Tîma pêşeng a Lîga Yekemîna Futbolê ya Fransayê (Lîgue 1) Parîs Saînt-Germaîn (PSG), li deplasmanê bi 2-0 tîma Lensê têk bir û ji xelasbûna sezonê ra hefteyek bimîne şampiyoniya xwe îlan kir.
PSG bû mêvanê Lens a ku di micadeleyê da herî nêzîkî wê ye.
Di deqîqeya 29emîn da Khvîcha Kvaratskhelîa û di deqîqeya 90+3emîn da jî Îbrahîm Mbaye gol avêtin û bi van golan va serkeftina şampiyoniyê ya PSGyê pêk anîn.
Bi vê serkeftinê va PSG bi 9 puanan va li pêşiya Lensê gihîşt 76 puanan.
PSGyê di dîroka xwe da şampiyoniya xwe ya 5emîn a li dû hev û şampiyoniya giştî ya 14emîn bi dest xist.
Tîma nûnerê Parîsê wê 30yê Gulanê roja şemiyê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da derkeve pêşberî Arsenalê.
- Interê Kupaya Îtalyayê qezenc kir
Ji hêla din, di fînala Kupaya Îtalyayê da jî tîma Interê bi 2-0 tîma Lazîoyê têk bir û kupa qezenc kir.
Interê piştî 3 salan Kupaya Îtalyayê bir muzeya xwe.
Futbolîstê neteweyî Hakan Çalhanoglu bi formaya Interê va cara 3yemîn serkeftina Kupaya Îtalyayê dît, lê tevahî bi formaya Interê va cara 8emîn Kupaya Îtalyayê qezenc kir.