ŞANLIURFA
Armanca Şanliurfaspora tîma Lîga 1ê ya PTTyê ew e di pêşbirka deplasmanê da ji Ordusporê bibe û piştî 7 pêşbirkên lîgê 3 puanan bistîne.
Şanliurfasporê heta niha di 22 pêşbirkan da 33 puan hilda û di rêza 8an da cî girt. Tîmê sibê li Stada 9 Eylulê bibe mêvanê tîma Behra Reş.
Şanliurfasporê di 7 pêşbirkên deplasmanê da 5 caran berambere ma û du caran jî da der. Tîmê di pêşbirkên deplasmanê da herî dawiyê di 24ê cotmeha 2014an da 1-0 ji tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê biribû, paşê rûyê têkbirinê nedît.
Tîma Şanliurfasporê bi Samsunspor, Bucaspor, Albîmo Alanyaspor, Edenespor û Elezîzsporê ra berambere mabû, li hemberî tîmên Denizlîspor û Qeyserîsporê jî dabû der.
Armanca Şanliurfasporê ew e ku ji Ordusporê bibe û 134 roj şûnda di deplasmanê da rûyê têkbirinê bibîne.