Osman Bilgin
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Stada Diyarbekirê ya ku xwedî kapasîteya 33 hezar kesan e û wê mazûvaniya pêşbirkên qada hundir yên Amed Sportîf Fealiyetlera ku yek ji tîmên nû yên Lîga Super a Trendyol ye bike, amadekariyên heyama nû didomin.
Xebat bi pêşîkêşiya Midûriyeta Werziş û Ciwaniyê tên meşandin.
Di heyama borî da erdê stadê bi tevahî hatibû nûkirin ku îsal jî xebatên lêmiqatebûn û nûkirinê hatin kirin.
Qûm û tebaqaya organîk ên li ser çêreya stadê hatin paqijkirin û xebata reşandina toxim û gubrekirinê hat kirin.
Di çarçoveya xebatê da, trubînên mêvanan wê ji Trîbuna Başûrê Rojhilat ber bi Trîbuna Bakurê Rojhilatê va werin veguhastin.
Pergala turnîkeyê wê bi tevahî were nûkirin û hejmara deriyên derketina derva, kapasîteya VIP û locayê jî wê bên zêdekirin.
Midûrê Werziş û Ciwaniyê yê Bajêr Cenk Oztekîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Amed Sportîf Fealiyetler di Lîga Super ya Trendyolê da Diyarbekirê temsîl dike ku ev li ser navê bajêr serkeftineke pir girîng e.
Oztekîn got Diyarbekir wek bajar bi mêvandariya xwe tê zanîn û ew dixwazin mêvanên ku tên bajêr baş biezimînin.
Amed Sportîf Fealiyetler beriya heyama nû li Tesîsên Şehmus Ozer bi awayekî berfireh xebatên nûkirinê didomîne.
Alîkarê Serokê Klubê Ahmet Ulmez jî daxuyand ku bajar bi salên dirêj e benda kelecana Lîga Superê bû û alîgirên tîmê pir şa û kêfxweş in.