TRABZON
Di Lîga UEFA Ewropayê de, di koma Jyê de Trabzonspor û Apollon Lîmassol hatin hemberî hev. Trabzonsporê dijberê xwe 4 û 2 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan. Trabzonspor bi vê skorê derket tura dûyemîn.
Di Lîga UEFA Ewropayê de nûnerê Tirkiyê Trabzonspor di koma Jyê de bi nûnerê Komara Rûman a Qibrisa Bakur Apollon Lîmassolê re hat hemberî hev.
Di deqîqeya 23emîn de Olcan gola ewil avêt û Trabzonspor 1 û 0 bi pêş ket. Di deqîqeya 25emîn de yanî du deqîqeyan piştî vê golê Trabzonsporê bi gola Soner ve skor kir 2 û 0.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê skorê bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de her du tîm jî ji bo ku ji hev bibin gelek hewl dan. Trabzonsporê di deqîqeya 61an de dîsa bi gola Olcan pêşket û skor kir 3 û 0.
Apollon Lîmassolê di deqîqaya 68êmîn de bi gola Abraham gola xwe ya ewil avêt û skor bû 3 û 1. Piştî vê golê di deqîqaya 79emîn de Apollon Lîmasolê penalti qezenç kir û bi gola Sangoy skor bû 3 û 2.
Piştî vê golê di deqîqeya 83êmîn de Olcay gola xwe ya sêyemîn avêt û skor kir 4 û 2. Pêşbirk bi serfiraziya Trabzonsporê bi dawî bû.