Ceren Aydınonat
22 Tebax 2026•Rojanekirin: 22 Tebax 2026
Tîma Voleybolê ya Jinan a Neteweyî ya Ayê di pêşbirka ewil a Koma Ayê ya Şampiyonaya Voleybolê ya Jinan a Ewropayê ya 2026an a Trendyolê da 3-0 Letonya têk bir.
Tirkiye bû aliyê ku baş dest bi pêşbirkê kir. Bi jimara serwêsê ya Elîf Şahîn ferq derket 5an (11-6) û Letonyayê mola xwest. Reqîbê wê nekarî ku hember hicûmên Vargas li ber xwe bide û ekîba bi heyv û stêrk kontrola lîstikê bi dest xist û ferq zêde kir: 19-12. Tirkiyeyê di beşa dawîn da rehet lîst û seta ewiş 25-17 qezenc kir û 1-0 dpêş ket.
Lîstikvanên neteweyî bi seriya 7-0 dest bi seta duyemîn kirin. Letonyayê di berdewama setê da bi serwês û hicûmên bi bandor va ferqê daxist 6an: 19-13 Lîstikvanên neteweyî di berdewama setê da bi piştgiriya terefteran va bi hicûma ji navînê ya Zehra Guneş va 25-16 set qezenc kir û 2-0 pêş ket.
Tirkiyeyê seta sêyemîn jî 25-16 qezenc kir û 3-0 pêşbirk qezenc kir.
Serokê Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê Mehmet Akîf Ustundag jî ji hêwanê pêşbirk temaşe kir.