DIYARBAKIR
Dermanfiroşên li Diyarbekirê ji bo kuştina serokê berê yê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê û dermanfiroş Yunus Koca protesto bikin, ji xeynî yên nobedar dikanên xwe girtin.
Li gor biryara Odeya Dermanfiroşên Diyarbekirê ya Herêma 11emîn a Yekîtiya Dermanfiroşên Tirkiyeyê, dermanfiroş ji bo Kocayê ku di 31ê tebaxê da li ber dikana xwe hat kuştin, dikanê xwe venekirin.
- "Em şînê dikin"
Dermanfiroşan ji bo bertekê afîşa ku li serê "Em şînê dikin" û wêneyên Koca li ber camên xwe xistin.
Ji xeynî dermanfiroşên nobedar dikanên din hatin girtin.
Koca di 31ê tebaxê da li ber dikane xwe bi çekê hatibû kuştin û ji ber kuştina wî 2 kes hatibûn derdestkirin.