ANKARA
Li gor encamên lêkolînên zanyaran, dibe ku preeklampsî (tansiyona bilind) bibe sedema otîzmê.
Li Zanîngeha Calîfornîayê ya li DYAyê zanyaran li ser 200 jê zarokên otîstik ku temenê wan di nav 2 û 3 salan de bû, bi tevahî li ser zêdetirî hezar zarok û jinên ducanî yên nexweşê preeklampsiyê lêkolîn kir.
Li gor encamên lêkolînê zanyaran diyar kir ku di îdrara nexweşên tansiyonê de, rêjeya madeya albumînê (preeklampsî) zêde ye û ev jî rîska otîzmê, du qat zêdetir dike.
Zanyaran diyar kir ku di xwîna jinên ducanî yên nexweşên tansiyona bilind de, proteîn serbest dimîne, ji ber vê yekê têr oksîjen naçe mêjiyê zarokê û ev yek jî zirarê dide mêjiyê zarokê û nahêle ku mêjî baş çêbibe.
Encamên lêkolînê di kovara "Journal of the Amerîcan Medîcal Assocîatîon Pedîatrîcs" de hat weşandin.