İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
TRABZON
Li Ofa navçeya Trabzonê ji mîdeya kesekî ku dilê wî li hev diket û zikê wî diêşiya bi emeliyetê 2 kevirên 400 gramî hatin derxistin.
Musa Yilmazturkê 45 salî ji ber êşa zik û lihevketina dil çû Acila Nexweşxaneya Dewletê ya Ofê.
Piştî ku li nexweşxaneyê miane û tetkîk hatin kirin, ji Yilmazturk ra hat gotin ku divê wî razînin, lê wî qebûl nekir û çû malê. Lê ji ber ku êşa wî zêdetir bû 3 roj şûnda cardin çû nexweşxaneyê.

Serhekîm Şaban Uysal û Opr. Dr. Altan Aydin Yilmazturk cardin miane kir û bi awayekî acil ew hilda emeliyetê.
Di emeliyeta saet û nîvekê da ji mîdeya nexweş 2 kevirên ku giraniya wan 400 gram hatin derxistin.
Yilmazturkê ku piştî emeliyetê baş bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, wî piştî ku kîlo û nîvek xurmeya Trabzonê xwar, zikê wî êşiya û dilê wî li hev ket.
Yilmazturk got ku piştî emeliyetê ew baş e û wiha dewam kir: "Min di serî da bawer nekir ku di mîdeya min da kevir heye. Piştî tetkîkan qirarê emeliyeta min hat dayîn û ez li ser vê biryarê ecêbmayî bûm."
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Ofê Şaban Uysal jî got ku rewşa tenduristiya giştî ya nexweş baş e.