MUGLA
Turîst Andrzej Kuczayê polonyoyî li bajarokê Akyakayê tetîl dikir. Kuzcayê ku xetereya xeniqandinê der bas kir, rakirin nexweşxana Mugla Yucelenê. Mêjiyê Kuzca sekinî. Malbata Kuzca biryar da ku azayên wî bibexşînin.
Di encama testan de tevînekên Kuzca û Recep Sert hev girt û li ser vê yekê malbatê biryar da ku rûyê Kuzca neqlê Recep Sertê 27 salî bikin.
Arîkarê serbijîşkê Nexweşxana Yucelen Dr. Nasir Ordubatli daxuyaniyek da rojnamevanan. Ordubatli got ku Kuzca ji bo ku betlana xwe der bas bike bi malbata xwe re hat bajarokê Akyakayê. Ordubatli diyar kir ku Kuzca di 14ê tîrmehê de bi xanima xwe re ket behrê û ji nişka ve nexweş ket. Bi arîkariya xanima wî, Kuzca derxistin peravê. Kuzca bi ambûlansê sewqê nexweşxana me kirin. Me bi qasî 20 deqîqeyan qelbê wî masaj kir. Nexweş dîsa li ser xwe ve hat. Nexweş hilda bin tedawiya giran û em bi nexweş re gelekî eleqedar bûn. Lê belê piştî hin tetkîk û muayeneyan mixabin em duh hîn bûn ku mêjiyê nexweş sekiniye.
Ordubatli dest nîşan kir ku li nexweşxanê ji malbatê re pêşniyara bexşandina azayan kirin. Ordubatli got ku malbat beyî ku ferqa ziman, dîn, mezheb û neteweyê bike pirsgirêk hemû azayên Kuzca bi awayek dilkirî, ji bo ku nexweşekî din jê sûd wergire bexşand. Li ser vê yekê me xeber şand bajarên wek Îzmir û Antalyayê.
Ordubatli diyar kir ji ber ku bûyera xeniqînê ye hin test çêkirin, di encama testan de hat dîtin ku nikarin hin azayên wek dil û kezebê bistînin. Ordubatli got ku ji bo ku rûyê nexweş hildin, biryar dan.
Tîma di bin seroktiya Omer Ozkan de hat nexweşxana Mugla Yucelenê û ji bo hildana rû dest bi operasyonê kirin.
Ozkan got ku neqla rû ya 5an ya Tirkiyeyê dê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Behra Spî bê kirin.
Ozkan got ku tevînekên Kuzca li du kesan hat. Me biryar da ku em rûyê neqlê Sert bikin.
Seroka Şaxa Beşa Sereke ya Cerahiya Estetîk û Plastîk, Rekonstrûktîfê ya Fakûlta Tibê Zanîngeha Derya Spî Ozlenen Ozkan jî di tîmê de cî digire. Ozkan got ku em dixwazin ku hemû rû neql bikin lê li gor rewşa emeliyatê dibe ku neqleke qismî jî bikin.
Li Tirkiyeyê cara ewilîn rû neqlî Ugur Acar kirin. Acar jî hat nexweşxana ku dê emeliyet bê kirin û der barê emeliyatê de agahî stand.
Wezîrê Tendûristiyê Mehmet Mûezzînoglu jî di ziyareta xwe ya Muglayê de got ku mijarê dişopîne. Mûezzînoglu got ku divê Tirkiye di mijara neqla azayan de hêj jî pêş bikeve. Omer xoce û tîma wî derketin rê û tên. Tirkiye heya vê astê hat. Êdî balafirên ambûlans, firokeyên ambûlans, tîmên seyar hene. Maşallah ji tîma Omer beg re, bê nezer. Divê em neqla azayan de jî, di neqla tevînekan de jî zehf pêş bikevin.
Mûezzînoglu bal kişand ku bexşandina azayên tûrîstekî hesteke mirovî ye. Mûezzînoglu got ku em ji gelê xwe jî vê yekê dixwazin. Em di bexşîna azayan de zehf paşve mane. Nêrîna me ev e "mirovan bide jiyîn da ku dewlet jî bijî." Di vê mijarê de em ji welatiyên xwe dixwazin ku di mijara bexşîna azayan de hesas bin.
Recep Sertê ku dê rû neqlî bikin, hat nexweşxana Zanîngeha Akdenîzê. Sert bersiva pirsên rojnamevanên li ber deriyê nexweşxanê neda. Sert daxuyaniyek da tîmên buroya çapemeniya zanîngehê. Sert diyar kir ku di sala 2007an de dema paqijkirina çekê de çek teqiya û rûyê wî perçe bû.
Sert diyar kir ku li Înegola navçeya Bursayê dijî û ezep e. Ji bo neqlê par serî li Fakûlteya tibê ya Zanîngeha Akdenîzê da. Sert got ku ev selek e ez li benda neqlê bûm.
Tîma Omer ozkan piştî operasyoneke bi qasî 4 saetan rûyê Kuzca bi awayekî serkeftî jê standin. Balafireke ambûlans li balafirgeha Dalamanê li benda tîmê bû. Tîm piştî emeliyatê bi balafirê çû Antalyayê.
Ozkan pirsên rojnamevanên li ber deriyê nexweşxanê bê bersiv hişt û bi rev çû emeliyatxanê. Piştî ku Prof. Dr. Omer Ozkan rûyê ji bo neqlê anî Zanîngeha Akdenîzê emeliyata 5an ya neqla rû dest pê kir. Ji hin zanîngehên li Stenbolê hin cerah jî beşdarî emeliyatê bûn.