Yılmaz Kazandıoğlu
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Li Teknokenta di bin banê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da ji bo tespîtkirina kesên îhtimal heye bi wan ra nexweşiya pençeşêra prostatê hebe kîta teşxîsê hat çêkirin.
Endezyarê Genetîkê Oguzhan Aydinozuyê ku di fîrmayeke bîyoteknolojiyê ya li Teknokentê hatiye avakirin da dixebite ji bo encama nexweşên îhtimala kansêr li wan ketibe zû derkeve dest bi xebatekê kir.
Di çarçoveya xebatê da tevlî ekîba ji 5 kesan pêk tê di fîrmayê da dest bi xebatê kir û ev 2 sal e jî xebatên xwe didomîne. Aydinozu tevlî bîyologên molekuler ên di ekîba wî da ne "Kîta Teşxîsa Pençeşêra Prostatê ya Bingeh PCR Real Time" çêkir.
Ev kîta hanê tevlî lêkolîn û raporkirinê di nav rojekê da encamê dide û wê wexta ku nexweş li benda encama biyopsiyê disekinin kurt dike û ev xebat ji alî Wezareta Tenduristiyê va jî hat pesendkirin.
Aydinozu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku nexweş wê wekî berê li benda encama biyopsiyê zêde nesekinin û wiha domand: "Encama testê ji destava zirav tê hildan û di nav 2 saetan da derdikeve. Em bi vî awayî encamê zû digihînin ber destê nexweşan."