Mehmet Niyazi Deniz
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
Li Sêrtê pakêta xurekê belavî nexweşên çolyakê kirin.
Ekîbên Midûriya Karêm Civakî û Çandî ya Şaredariya Sêrtê pakêtên xurekê danî malên nexweşên çolyakê ypn ku di çarçoveya xebatên şaredariya sosyal da berê hatibûn tesbîtkirin.
Murat Ozekinciyê Midûrê Karên Civakî û Çandî diyar kir ku li tevahiya bajêr bi awayekî rêk û pêk piştgiriya xurekê didin 199 malbatî.
Ozekinci behs kir ku pakêta xureka bêgluten li gor rêbazên hîijyenê digihînin navnîşanên hatine tesbîtkirin û got ku serê 3 mehan carekê 3 kolî alîkariya xurekê didin her malbatî.
Ozekinci got ku her malbatên ku bi ewraqên hewce va serî li wan bide dikare alîkariyê hilde.