Zeynep Duyar
03 Îlon 2023•Rojanekirin: 04 Îlon 2023
Mihrîcana Asîmangerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFEST ku di vî warî de mihrîcana herî mezin a dinyayê ye di roja dawîn da dewam dike û tê plankirin ku hin çalakî, pêşbirk û pêşandanên asîmanî îro bên çêkirin.
TEKNOFESTa ku Ajansa Anadoluyê (AA) cara 8emîn hevkarê wê yê ragihandina global e, bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê li Balafirgeha Etîmesgutê ya Enqereyê mazuvaniya mêvanan dike.
Di mihrîcanê da îro "Qertelên Cazê", "Koma Teknolojiyê ya Rafadan Tayfa" û "Muzîkala Hurkuş-Gokbey"ê wê bêne nîşandan.
Pêşandanên asîmanî û pêşbirk jî wê dewam bikin.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Fatîh Kacir û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TEKNOFESTê û Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa T3yan Selçuk Bayraktar wê îro beşdarî mihrîcanê bibin.
Mihrîcan wê saet 19.00an biqede.