25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Ez dixwazim bibêjim ku em hemû hewldanên ku bi hin hincetan ve terora PKKê û cureyên terorê yên din baş nîşan didin, bi eşkere red û şermezar dikin."
"Di çarçoveya şervanên terorîst yên biyanî da, bi taybet ji endamên DAEŞê, heta îro zêdetirî 3 hezar û 300 kesên bi tabîyet biyanî hatine dervesînorkirin. Herwiha qedexeya hatina Tirkiyeyê ji bo 41 hezar kesî hatiye dayîn. Evna ewên ku têkiliyan wan bi DAEŞê va hene. Herwiha nêzîka 9 hezar û 500 biyanî hatine teftîşkirin û zêdetirê 2 hezarî ji wan, îzna hatina nav Tirkiyeyê nedane wan. Dîsan di çarçoveya operasyonên dijî DAEŞê da, hezar û 232 ji wan bi tabîyet biyanî, bi giştî 2 hezar û 770 kes hatin binçavkirin û 954 ji wan jî bi biryara dadgehê hatine girtin."
"Di mizakereyên ku bi Îsraîlê ra dewam dikin da ber bi asta dawî hat. Di çarçoveya şert û mercên ku Tirkiyê xwestin da mizakere tên kirin. Êdî em tên asta dawîn a vê yekê. Tê plankirin ku di demeke nêz da temaseke nû çêbibe. Weke ku hûn dizanin piştî ku ji bo ablûkayê di du xalên dawîn da mitabaqat hat çêkirin, peymanê were mohrkirin û ji bo normalbûna têkiliyan pêvajoyê dest pê bike."
"(Hevpeyvîna yek ji serkirdeyên rêxistina terorê PKKyê Cemîl Bayik a ku da BBCyê) Xebatên bi vî cureyî yên ku rêxistina terorê pak nîşan didin, tu eleqeya xwe bi rojnamegeriyê ra tuneye. Ev ji xeynî piştgiriyeke ne rasterast a propagandaya terorê pê ve tiştekî din nîne. Tiştekî bi heman rengî, êrîşa terorê ya li Îngîltereyê ya di 2007an da bînin bîra xwe, heger ajanseke nûçeyan a ku bi bacên welatiyên welatekî din tê fînansekirin, biçûya û bi mensûbên rêxistina terorê El Qaîdeyê yên ku êrîşa metroyê pêk anîn ra hevpeyvîn bikira û hewl bida ku wî serkêşê rêxistina terorê wekî aktorekî meşrû û maqûl bida nîşandan, gelo berteka van welatan û ya van ajansan dê çawa bibûya? Em li vir, bi rewşeke ku pir dişibe hevdu ra rûbirû ne. Diçin li wir û vir bi vî lîderî, bi wî berdevkê PKKyê ra hevdîtinan dikin û paşê jî hewl didin ku vegotinên rêxistina PKKyê mîna ku talebên rewa û meşrû ne nîşan didin. Ev jî ji xeynî piştgiriyeke ne rasterast a propagandaya terorê pê ve tiştekî din nîne."