24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Dewriyeya bejayî ya hevpar a duyem a ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê va ji bo ku li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê herêma ewle bê avakirin, temam bû.
Dewriyeya duyem a ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê va hat kirin wek organîzasyon û herekat ji du astan pêk hat.
Konvoya TSKyê ya ji 4 wesayîtên bizirx pêk tê û alaya Tirkiyeyê li ser e li başûrê Akçakaleya navçeya Şanliurfayê ji bo ku beşdarî dewriyeya bejayî ya hevpar bibe sînor derbas bû û hat li cem konvoya eskerî ya Amerîkayê ya aliyê din ê sînor disekine.
Fermandarên TSK û yên Amerîkî demekê li ser plana dewriyeyê axivîn. Paşê konvoya eskerî 15 kîlomêtro ber bi navçeya Sûlukê çû, li vê derê demekê herêm raçav kir. Dewriyeya konvoyê qasî 3 saet û nîvan dewam kir û xilas bû.
Konvoya TSKyê piştî ku dewriye temam bû zivirî xeta sînor.
Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê di 8ê îlonê da dewriyeya bejayî ya hevpar a ewil kiribûn û vê jî qasî 3 saetan dewam kiribû. Ji bilî vê 6 caran jî firokeyên hevpar li herêmê firîbûn.
- ÎHA jî beşdar bûn
Wezareta Parastina Neteweyî der barê dewriyeya bejayî ya hevpar a duyem da li ser hesabê wezaretê ya Twîtterê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Dewriyeya bejayî ya hevpar a duyem ya ku ji hêla TSK û personelên Amerîkayê va ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyeyê, li rojhilatê Feratê dihat kirin, bi beşdariya wesayîtên bejahiyê û ÎHAyan va temam bû."