16 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
PYD li bakurê Sûriyeyê tirkmen û ereban dide koçkirin da ku pîlana xwe ya li ser herêmê pêk bîne, ev jî delîlên sûcê şer eşkere dike.
Şerê ku di sala 2011an da li Sûriyeyê dest pê kir demekê şûnda vegeriya şerê mezhebî û neteweyî. Di serî da mixalifan digotin "demokrasiya ji nika zêdetir" û li dijî rejima Esed têkoşîn didan. DAEŞa ku li Iraqê hat avakirin bi êrîşên li Sûriyeyê va rengê êrîşan guherand.
DAEŞê sala par kontrola piraniya Sûriyeyê bi dest xist û bi êrîşa ku bir ser Kobanêyê va ji bo PYDyê bû wek mîlad.
Komên kurdan bi alîkariya hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da va li hemberî DAEŞê bi ser ketin, bi alîkariya ku ji welatên rojavayê distînin va xeyal dikin ku li bakurê Sûriyeyê dewletê ava bikin.
PYDya şaxa PKKyê ya li Sûriyeyê di destpêka şoreşa 2011an da bi rejima Esed ra xebitî. PYDyê tevliheviya li welêt wek firsend dît û li Cezîre, Kobanê û Efrînê kanton ava kir. PYDyê ji bo herêma di navbera kantonan da dimîne ji xwe ra têxe rê bi hev va girê bide li herêma Tel Ebyadê li dijî DAEŞê şer kir û bi alîkariya DYAyê va bi ser ket û herêm bi dest xist.
- Polîtîkaya koçkirina ereb û tirkmenan
Komên kurdan ji ber ku herêma Tel Ebyadê ji bo wan wek demografîk girîng e ereb û tirkmenan jê didin koçkirin. Van koman xaniyên kesên ku dan koçkirin dişewitînin û dest didin ser malên wan.
Qasî 40 hezar tirkmen û erebên ku YPGya şaxa çekdar PYDyê bi zorê ji herêmê dan koçkirin ji vir 5 meh berê xwe sipartin Tirkiyeyê. Gundên ku hatin valakirina va jî kurd hatin bicîkirin. Bi hezar tirkmen û erebên ku ji Heseke, Tel Ebyad û Resûleynê koç nekirin jî avêtin girtîgehan.
Bi hezaran kesên ku nikaribûn bihatana Tirkiyeyê jî bi zorê şandin Reqa û Mariya herêma Helebê.
Êrîşên ku PYDyê bir ser tirkmen û ereban jî di rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi "Ciyê ku em herinê tune" da hat belgekirin. Di raporê da hin tiştên ku delîlê sûcê şer in hatin nivîsandin û rûyê PYDyê yê rastî derxistin holê.
Pisporê Rojhilata Navîn ê Weqfa Lêkolînên Civakî Aborî û Siyasetê (SETA) Can Acun di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê da diyar kir ku PYD nika li benda konjektorekê ye ku xeta Cerablûs-Ezezê zeft bike.
Acun destnîşan kir ku hedefa PYDyê ew e ku kantonên Cezîre, Kobanê û Efrînê bi hevdu ra girêde û wiha pê da çû:
"Bi awayî yê ji xeta Singar-Yarûbiyeyê hetanî Efrînê hilde kontrola xwe û rêya Tirkiyeyê ya bi Sûriye û ereban ra bi tevahî bibire. Divê meriv ji bîr neke ku kêmasiyên YPGyê hene. Bi rastî têkiliya ku rejima Esed û DYAyê ra daniye tiştekî teqdîqî ye. Dama ku DAEŞ û mixalif ji quwetê bikevin wê çaxê hewcedariya bi PYDyê nemîne. Ji ber vê yekê angajmana ku PYDyê ava bike yê zû xirab bibe."
- Têkoşîna dijî DAEŞê
Acun destnîşan kir ku YPG wer nîşan dide ku li dijî DAEŞê şer dike û wiha axivî:
"Di vê pêvajoyê da PYDyê sûcê şer dike û di hedefa wê da sivîl hene. Piraniya nifûsê navend û gundên Tel Ebyadê ereb û tirkmen bûn û kurd li wê derê hindik bûn. Lêbelê PYDyê bi polîkayên tehcîrê kurd li wê derê bi cî kirin û bi demografiya herêmê dilîze."
Tirkmen û erebên ku bi zorê ji herêmê hatine koçkirin jî dibêjin PYD firsendcî ye.
Penaberan diyar kir ku bi tehdîd û derewan ji Sûriyeyê hatin qewitandin, rapora ku Rêxistina Efûyê ya Nevneteweyî ji bo wan bû hêvî.
Penaberên ji Sûriyeyê dibêjin ku PYD rola mesumiyê rind dilîze û zilma ku hate serê wan divê bi destê platformên din jî bê îspatkirin.