Bi saya korîdora hewayê ya ji bo arîkariya mirovane ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat avakirin, ji Xezeyê jê 5 zarok bi tevahî 17 birîndar anîn Îzmirê.
17 birîndar bi kordînasyona Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), Wezareta Tenduristiyê, Serokatiya Sererkanî, TÎKA û Heyva Sor a Tirkan anîn Îzmirê. Birîndar ji Balafirgeha Tel Avîvê ya Ben Gurîonê bi balafireke leşkerî ya tîpa C-130ê gihiştin Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmirê. 17 birîndar li balafirgehê ji aliyê Waliyê Îzmirê Mustafa Toprak û Midûrê Tenduristiyê Bajêr Pispor Dr. Bedîha Turkyilmaz ve hatin pêşwazîkirin.
Ligel birîndaran refeqatkarên wan jî hatine Îzmirê.