DIYARBEKIR
Li Erxeniyê bi boneya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwan û Werzişê merasîm hat lidarxistin.
Di merasimê de çeleng dan ber peykerê Ataturk, ji bo nîşandana rêzê çik sekinîn û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Di bernameyê de xwendekaran helbest û Xîtabeya Ataturk a ji bo Ciwanan xwend û ekîba lîstikên kevneşopî lîstikên xwe rapêşandin. Di dawiya bernameyê de xelat dan kesên ku di pêşbirkên werzişê de bi ser ketin.
Qaymeqam Eşref Yonsuz, Serdozgerê Komarê Zulkuf Çelîk, Fermandarê Garnîzonê Serefser Burak Çetîn, Fermandarê Cendirmeyan Serefser Tolga Çemrek, Midûrê Ewlekariyê Samet Mete Unsal, Midûrê Perwerdeyê Ahmet Atabey, Midûrê Werziş û Xizmetên Ciwanan Azîz Çokmek, berpirsên dem û dezgehên qamûyê, erkanê leşkerî, xwendekar û welatî beşdarî merasimê bûn.