GAZÎANTEP
Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Ebdulcebbar el-Aqîdî diyar kir ku 200 şervanên ASAyê derbasî Kobanêyê bûn û wiha got: "200 şervanên Artêşa Sûriyeya Azad ji ser Tirkiyeyê re derbasî aliyê Kobanêyê bûn."
Konvoya pêşmergeyan a ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şand Kobanêyê jî îro danê sibê gihîşt Tirkiyeyê.
Pêşmerge jî bi çekên xwe yên giran ve ji Hewlêrê bi rê ketin û ji deriyê sînorê ku li Silopiya navçeya Şirnexê re derbasî Tirkiyeyê bûn.
Şervanên ASAyê û pêşmerge ji bo piştgiriyê bidin hêzên kurd ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin diçin Kobanêyê. Her du hêl jî ji bo ku herin Kobanêyê ji ser Tirkiyeyê re derbas dibin.