ANKARA
Malperên înternetê yên li navwelêt û derveyî welêt weşanê dikin, dikarin bi qoda 'îframe'yê encamên hilbijartina serokomariyê yên Anadolu Agencyê (AA) bêpere biweşînin.
AAyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartina serokomariyê temam kirin. AA wê di 10ê tebaxê de encamên hilbijartina serokomariyê ragihîne raya giştî. AA dê encamên hilbijartinê bi bernameyeke taybet ragihîne aboneyên xwe. Encamên hilbijartina serokomariyê yên AAyê di malpera înternetê ya www.aasecim.comê de bi nexşe û grafîkên taybet werin weşandin.
Malpera www.aasecim.comê ji xeynî tirkî bi ingilizî jî hat amadekirin û wê malperên înternetê yên li navwelêt û derveyî welêt weşanê dikin, dikarin bi qoda 'îframe'yê encamên hilbijartina serokomariyê yên AAyê bêpere biweşînin. Malperên înternetê yên ku daxwaz bikin û malperên xwe entegreyî www.aasecim.comê bikin dê formê daxwazkirinê were şandin û heger formê tije bikin, AAyê qoda 'îfarme'yê bişîne. Malper bi vî awayî yê daneyên encamên hilhijartina serkomariyê yên bi nexşe û grafîkên taybet ji www.aasecim.comê bêper werbigrin.
Encamên hilbijartinê heta encamên fermî bên eşkerekirin dê bidome.