Îsa Albakanê ajovanê kamyonê yê ku 5 meh berê li Iraqê hatibû girtin, piştî serbest berdanê hat Rihayê.
Albakanê ku nêzî 5 meh berê li Hewlêrê hatibû binçavkirin, piştî ku hat berdan vegeriya Rihayê. Malbata Alkan ew bi lîlandin û çepikan pêşwazî kir.
Albakanê ku daxuyanî da rojnamegeran got ku ew gihişt xanim, zarok û xizmên xwe, ji bo vê kêfxweş e.
Îsa Albakan destnîşan kir ku di serî de malbat û xizmên û erkdarên dewletê ji bo serbest berdana wî zehf hewl da û sipasiya wan dike û wiha dewam kir: "Li wan ez bi xeletî binçavkirim. Ez 5 mehan di girtîgehê de mam. Piştî ku serwextbûn ku ez bêsûc im, ez serbest berdam. Di vê navberê de bi min îşkence nekirin û di girtîgehê de tiştek bi min nehat. Lê ez cardin naçim Iraqê."
Ahmet Albakanê birayê ajovan got ku ew 5 mehin ku li hêviya vê rojê ne.
Albakan sipasiya erkdarên dewletê yên ku ji bo berdana birayê wî hewl dan kir û wiha axivî: "Îro ji bo me cejn e. Birayê min bi saxî û silametî vegeriya mala xwe. Şikir ji Xweda re."
Îsa Albakanê ku li Akçakaleya navçeya Rihayê dimîne, di 26ê rêbendanê de komyonek barkirî ya şirketeke taybet biribû Iraqê û li Hewlêrê bi hinceta ku li ser cilên wî nivîseke erebî heye hatibû girtin.