ANKARA
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş destnîşan kir ku mafê tu partiyekê tuneye ku kom û neteweyekê li dijî dewletê bangî çalakî û berxwedanê bike û wiha got: "Meriv bangî gel bike da ku derkevin qadan ne siyaset e, anarşîzm e û terorîzm e."
HDPyê ji bo Kobanêyê bangî gel kir ku di 1ê sermawezê de derkevin qada. AK Partiyê der heqê banga HDPyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Mustafa Elîtaş got ku HDPyê berê jî li dijî DÎŞIyê bangî gel kir û di bûyerên derketin de 40 welatî mirin.
Elîtaş diyar kir ku ev banga HDPyê jî bangeke neyînî ye û wiha axivî: "Mafê tu partiyekê tuneye ku kom û neteweyekê li dijî dewletê bangî çalakî û berxwedanê bike. Karê siyasetmedaran ew e ku li Meclisê mafên gel biparêzin. Meriv bangî gel bike da ku derkevin qadan ne siyaset e, anarşîzm e û terorîzm e."
Elîtaş wiha xeberda: "Em hêvî dikin ku welatiyên me yên xwedî aqlê selîm li gor daxwazên van siyasetmedaran tevnegerin."