TBMM
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal der barê pêvajoya çareseriyê de got ku "Em bazariya tu tiştî nakin. Ji ber ku bazariya aştiyê nabe, aştî pêvajoyeke wisa ye ku her du alî jî qezenc dikin. Pêvajoyeke ku Tirkiye qezenc dike, berdewam dike."
Aktîvîstên "Trêna Aştiyê" ya ku ji bo piştgiriya civakî ya pêvajoya çareseriyê ji aliyê Platforma Barişa Bak ve hat birêxistin, li TBMMyê Unal ziyaret kir.
Berdevkê Platforma Barişa Bak Cengîz Algan di ziyaretê de axivî û destnîşan kir ku wek platform ji bo ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û zimanê aştiyê qise bikin, derketin rê.
Algan der barê têkiliyên ku danîn de agahî da û da zanîn ku piştgiriya ku di anketan de didan pêvajoya çareseriyê di kolanan de jî dîtin.
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Unal da zanîn ku mirov bi salan bi tirsa dabeşiyê jiyan, piştî salên 1990an dewletê gote aliyekî "cudaxwaz" gote aliyekî din jî "murtecî" û bi çavtirsandinê tehde li ser gel kir. Unal diyar kir ku êdî rojên ku siyaseta demokratîk serdest e hene û wiha axivî:
"Ji ber wê mirov gelekî girîngiyê didin aştiya civakî. Dayika li Edîrneyê jî ya li Şirnexê jî dixwaze zarokên xwe di nav ewlehiyê de mezin bike. Nîşane û sembolên me yên hevpar hene, yên wekî alayê. Sembola bingehîn a yekîtî û bihevrebûna me. Mirov li dora vê dibin yek û ev yek jî di mirovan de dibe sedemê kêfxweşiyeke bêpayan. Mixabin ku siyaset têra xwe piştgiriyê nade vê pêvajoyê. Xwezî bidana. Em niha MHPyê fehm dikin, gotinên wan îdeolojiyan nîşan didin lê bi rastî jî helwesta CHPyê ya di vê mijarê de xweş nîne. Her dem dibêjin ku 'têrî xwe agahiyê nadin civakê.' Di rastiya xwe de di pêvajoyê de her tişt li ber çavê gel diqewime. Di heyameke ku ragihandin evqasî pêş ketiye de mirov nikare tu tiştî veşêre. Pêvajoyeke gelekî zelal berdewam dike.
Em bazariya tu tiştî nakin. Ji ber ku bazariya aştiyê nabe, aştî pêvajoyeke wisa ye ku her du alî jî qezenc dikin. Pêvajoyeke ku Tirkiye qezenc dike, berdewam dike. Ev pêvajo her kesî kelecanî dike. Înşallah dê baş be. Tirkiye dê rojên xweş bibîne."
Endamên platformê di koma HDPyê de bi Parlementera Diyarbekirê Nûrsel Aydogan û Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirimê re hevdîtin kirin.