ŞANLIURFA
Li Til Ebyada herêma Reqaya bajaroka Sûriyeyê ciyê ku berê alaya PYDyê lê hatibû daçikandin nika alayeke mezin a Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hat daçikandin.
Piştî êrîşên ji hewayê yên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da Til Ebyad ketibû destê PYDyê. Nika alayeke mezin a Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li ber deriyê gumrikê yê Sûriyeyê hat daçikandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyê herêmê hatin sitandin, hat îdiakirin ku PYDyê kontrola deriyê sînor û navçeyê ji ASAyê ra hîşt û ji herêmê vekişiya.
Wek mayîn komeke piçûk a ku ji welatiyên Sûriyeyê pêk tê ji bo ku derbasî welatê xwe bibe hat pêşiya Deriyê Gumrikê yê Eqçeqeleyê.
Tevdîrên hêzên ewlekariyê yên li herêmê dewam dikin.