ANKARA
Li Mizgefta Kocatepeyê nimêja cenazeyê ya Arîkarê Midûrê Ewlehiyê Atîf Şahînê ku li Bingolê di êrîşa çekdar de hat kuştin, hat kirin û pişr te li Goristana Karşiyakayê hat definkirin.
Şaredariya Mezin a Ankarayê û Şaredariya Yenîmahalleyê li ber mala bavê Arîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Şehîd Şahîn ya li Yenîmahalleyê kona sersaxiyê danîn. Malbata Şahîn vir sersaxiyan qebûl dike.
-Nimêja cenazeyê
Cezaneya Şahîn bi balafira leşkerî anîn Balafirgeha li Etîmesgûtê û ji vir neqlê Mizgefta Kocatepeyê kirin.
Piştî nimêja esrê nimêja cenazeyê ya Şahîn hat kirin. Digel xizmên Şahîn, Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek, Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşîr Atalay, Fermandarê Garnîzona Ankarayê Korgeneral Metîn Iyidîl, Serokê Giştî yê BBPyê Mûstafa Destîcî jî di nav de hin siyasetmedar, polês û leşker beşdarî merasima cenazeyê bûn.
Bavê Atîf Şahîn Ahmet, diya wî Cemîle, xanima wî Fatma, kurên wî Ahmet Akîf û Yîgît Alp û keça wî Sena Şahîn vir sersaxî qebûl kirin.
Piştî nimêja cenazeyê termê şehîd bi bandoya merasimê re danîn nav wesayîta cenazeyê. Cenazeyê ewil birin mala bavê Şahîn ku jê helalî bê xwestin. Pişt re jî ji bo definkirinê birin Goristina Karşiyakayê.
Termê Şahîn li Goristana Karşiyakayê hat definkirin.