Fatih Gazioğlu
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Li Mûşê ava Bendava Alpaslan ya 1emîn ji ber baranê û helîna berfê zêde bû û ji ser ra avêt.
Ji ber ava bendavê li navçeya Bulanikê 2 park û daristaneke xatirayê di bin avê da man.
Her wiha ji ber avê li bajaroka Erentepeyê 2 park, daristana xatirayê û sehayeke sporê jî di bin avê da man.
Ji welatiyan Serhat Guneş got ku ji ber bûyerê parkên herêmê zirareke mezin dîtin û loma ji rayedaran ji bo çêkirina wan alîkariyê dixwazin.