ANKARA
Balafirgeha Yuksekovaya Navçeya Hekariyê ligel astengkirina rêxistina terorê, hat temamkirin.
Li gor agahiyan, piştî xebatên demeke dirêj Balafirgeha Yuksekovayê tê vekirin û firîna ewil jî wê di 26ê gulanê da bê kirin.
Balafirgehê bi beşdariya protokola dewletê va bê vekirin, di dema çêkirina avahiya balafirgehê da rêxistina terorê gelek çalakî li dar xistibû û astengî derxistibû.
Endamên rêxistinê ên ku li çiyê çalakiyan li dar dixin bi danezanan va çavê xebatkaran ditirsandin û kesên ku amûrên înşaetê difrotin tehdît dikirin.
Terorîstan îdia dikirin ku balafirgeh ji bo leşkeriyê tê çêkirin û ji xebatkarên înşaetê ra digotin "tiştên ku bên serê we de em ne berpirsiyar in" û çavên wan ditirsandin. Endamên rêxistinê bi tehdîdan nediman car caran jî êrîşî înşaeta balafirgehê dikirin.
Di vê çarçoveyê da bombeya ku endamên rêxistina terorê danîbûn şantiyeyê bi destê hêzên ewlekariyê hat teqandin. Di demên cuda da êrîşî wesayîtên ku melzemeyên înşaetê dibirin û dianîn kirin, 2 wesayîtên kar û 11 kamyon şewitandin û hin ajokarên wesayîtan revandin.