13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
ŞAM
Hat ragihandin ku di êrîşa balafirên şer ên ûrisan li herêma Gutaya Rojhilat birin ser Dûmaya navçeya Şamê ya di bin kontrola muxalifan de ye 50 kes mirin û 200 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Dûmayê hilda balafirên şer ên ûrisan 25 caran êrîş birin ser Dûmaya li herêma Gûtaya Rojhilat a ku di bin kontrola muxalifan de ye. Di êrîşê de 50 sivîl mirin û 200 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyan ragihand ku balafirên ûrisan serê sibehê êrîş birin ser herêm û bajarokên wek Zemelka, Cobar, Hamûriye û Arbîna Gutaya Rojhilatê.