Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) dawiya hefteyê ji hewayê ve êrîşî ser şikeft, baregeh û kozikên milîtanên PKKê yên ku li Bakurê Iraqê kir û dîmenên wan derketin holê.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku ji Diyarbekirê rabûn bi bi moşekên bilazer ve şikeft, baregeh û kozikên milîtanên PKKê bi kar dianîn ji holê rakirin.
Dîmenên êrîşên hewayî yên li ser cihên PKKê çirk bi çirk hatin qeydkirin.
Di dîmenên ku ji hêla balafirên şer ve hatin qeydkirin de tê dîtin moşekên giraniya wan 250 kîlo ne bi serkeftî li hedefan dikevin û îmha dikin.
Ji ber îmhakirinê agirê ji depoyên lojîstikê radibe nîşan dide ku li wê derê cebilxane û teqemenî hene.