17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê balafirên şer ên ûris li Helebê êrîşî cihê bazarê û navenda tenduristiyê kir, di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên parastina sivîl ên li bajêr hatin bidestxistin balafirên şer ên ûris li Taxa Sûkeriyê ya ku di bin kontrola mixalifan de ye cihê bazarê û navenda tenduristiyê bombebaran kir. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Rayedaran dan zanîn ku ekîbên tenduristiyê û welatiyên li hawirdor birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Rayedaran qal kir di malên li cihê êrîşê de xisarên mezin çêbûn, hin wesayît û malan ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin û gotin ku ekîbên parastina sivîl ji bin enqazên malên xirabûyî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dikin.
Ji aliyê din ve ji aktîvîstên li Helebê Ebû Ammar jî diyar kir ku balafirên ûris piştî dibistanan navendên tenduristiyê jî hedef digirin û got ku "Rûsya li Helebê piştî dibistanan niha êrîşê navendên tenduristiyê jî dikin. Berê niha jî li bajarokên Xadir û Aysê êrîşî nexweşxaneyan kiribûn û ew qas zirar dabûnê ku nayên bi kar anîn. Rûsya li cihên çiyayî yên Helebê şûna navendên DAEŞa rêxistina terorê êrîşî cihên sivîlan dike."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 30yê îlonê de dabû zanîn ku dijî kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên li taxa Sûriyeyê operasyon daye destpêkirin lê belê balafirên ûris bêtir li Xûmûs, Xama, Idlîb û Helebê baregeh û kampên perwerdeyê yên mixalifên mutedîl û cihên sivîlan dike hedef.