Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Atalay der barê bangewaziya çekdanînê ya ji bo PKKyê de partiyên muxalefete rexne kir û wiha got: "HDP jî di nav de ji wan tu kes ji bo ku aştî dê bê kêfxeş nînin. Min di hemûyan de bedbînî dît."
Atalay, li navande AK Partiyê axivî û li ser tevgerên partiyên muxalefetê yên ji bo pêvajoya çareseriyê sekinî. Atalay bangewaziya çekdanînê ya ku hefteya borî hat îlankirin bibîrxist û ragihand wê pêvajoya çareseriyê bi awayekî bibiryar bidomînin.
Atalay wiha pê de çû: "HDP jî di nav de ji wan tu kes ji bo ku aştî dê bê kêfxeş nînin. Min di hemûyan de bedbînî dît. Ji ber ku AK Partî hemû pirsgirêkên kûr yên Tirkiyeyê çareser dike ew kêfxweş nabin. Dixwazî welat ji şer û pevçûna ku 30 sale didome rizgar bikin, dîsa jî kêfa wan nayê û ev ji bo wan qet jî girîng nîne. Bi îzna Xwedê ew çi dibêjin bila bibêjin êm ê di rêya xwe de bimeşin."