DIYARBAKIR (AA) - Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî ji bo piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê duh hatibû Diyarbakirê. Barzanî ji otêla ku lê dima derket û çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê. Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr li ber deriyê avahiya şaredariyê pêşwaziya Serokê HKIFê Mesûd Barzanî kir. Barzanî li vê derê bi gel re jî sohbet kir.
Barzanî diyar kir ku dê îro vegere Herêma Kurdistana Iraqa Federal.