ANKARA
Piştî ku Bircên Diyarbekirê di Lîsteya Berwext ya Mîrasê Dinyayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê de cih girt û niha jî li ser dixebitin ku derbasî lîsteya esil ya Mîrasê Dinyayê ya UNESCOyê bikin, îcar jî dixebitin ku Baxçeyên Hevselê yên ku mezinahiya wan 700 hektar e jî tevî dosyaya serîlêdana berendamtiya UNESCOyê bikin. Dosyaya pêşnumaya ku bi navê "Peyzaja Çandî ya Bircên Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê" hatibû amedekirin bi destê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve pêşkêşê UNESCOyê kirin.
Seroka Qada Birc û Sûrên Diyarbekirê Nevîn Soyukayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Baxçeyên Hevselê li rexê Çemê Dîjleyê û li ser eraziyên bibereket yên di navbera Çemê Dîjleyê û kelhê de cih digrin. Ji avakirina bajêr vir de ji bajêr re bûye çavkaniya xwarin û xurekê û cihekî hêşîn e.
Soyukayayê diyar kir ku çend roj berê dosyaya pêşnûmayê pêşkêşê UNESCOyê kirine û wiha axivî: "Me dosya pêşkêşê Wezareta Çand û Tûrîzmê kir. Wezaretê jî bi destê Wezareta Karên Derve dosyaya pêşnûmayê pêşkêşê UNESCOyê kir. Ji bo ku li Parîsê rûbirû bi pisporan re li ser dosyayê xeber bidin me randevû hilda. Heyeteke Şaredariyê di 30yê cotmehê de ji bo muzakereyê dê here Parîsê. Em ê li gorî peşniyar û rexneyan dosyaya xwe ya dawîn amade bikin. Em ê dosyaya dawîn jî di meha sibatê de pêşkêş bikin. Em li bendê ne ku gava dosyaya me bê tesdîqkirin Diyabekirê bibe Mîrasê Çanda Dinyayê û li cîhane bê nasîn.