Abdullah Tel,Türkan Tosun
03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
VAN
Berfa ku li Rojhilatê Anadoluyê barî li Wan, Bidlîs, Mûş, Hekariyê, Erzirom, Sêrt û Agiriyê herî kêm rêya hezar û 500 gundî girt.
Ji serê sibehê vir ve ji ber berfa ku dibare li 343 taxan rê hatin girtin û çûn û hatin zehmet e ji ber vê jî ekîbên rêvekirinê yên Midûriyeta Herêmê ya Rêbejê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo rêpaxijkirinê dixebitin.
Li gor daxuyaniyê şaredariyê berfê li Başkaleyê 6, Çatakê 105, Ercîşê 95, Gewaşê 7, Gurpinarê 5, Mûradiyeyê 32, Tûşbayê 27 û li Bahçesarayê jî 66 bi tevahî rêya 343 tax û gundan ji çûn û hatinê re girt.
Seferên balafirên ku wê heta saet 12.00yan ji Wanê biçûna Stenbol, Enqere, Antalya û Edeneyê jî hatin betalkirin.
- Bidlîs
Walîtiya Bidlîsê jî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber berfê rêya 298 gundan ji çûn û hatinê re hatiye girtin û ekîbên rêpaqijkirinê xebatên xwe didomînin.
Midûrê Meteorolojiyê yê Bidlîsê Rasîm Saraç got ku li navenda bajêr nêzî çokek berf ketiye erdê û li deverên bilind ên bajêr stûrahiya berfê zêdetir e.
- Mûş
Li Mûşê berfê bi şev dest pê kir û serê sibehê seranserê bajêr spî kir. Şefê Şaxa 113mîn a Rêbejan Sûlhattîn Omeroglu destnîşan kir ku ji bo rêpaqijkirinê xebatê didomin û ji ber berfê rêya 9 gundî hatiye girtin.
- Hekarî
Berfa ku li Hekariyê jî barî rêya 10 gundên li ser bajêr û 18 bajarokan ji çûn û hatinê re gir.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî ji ber berfa ku bi qasî bihostekî ket erdê 6 wesayît di rê de man û 15 kesên di wesayîtan de ji hêla ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatin xilaskirin.
- Sêrt
Hat ragihandin ku li Sêrtê ji ber ku berf zêde barî rêya 200 gundan hat girtin.
Li bajêr berfa ewil a zivistanê şev dest pê kir barî û heta sibê dewam kir. Ji bilî navendê li navçeyên Kurtalan, Bayqan, Eruh, Tillo û Perwariyê jî zêde berf barî.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Recep Gundogan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber berfê rêya 200 gundan hat girtin.
Ji ber berfa ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê pir bi tesîr bû berfê li Erziromê rêya 325 taxan û li Agiriyê 202, Erzincanê 160, Tûnceliyê jî 29 gundan girt. Rêya di navbera Erdexan û Artvînê de jî ji ber ewlehiya çûn û hatinê ji trafîqê re hat girtin.
Berfê rêya 716 tax û gundên ku li herêmê jî ji çûn û hatinê re girt.