VAN
Lîstika "Goga Garanê" ku dişibe beyzbola DYAyê li gundên Wanê di nav gel de ji biçûka bigire heta mezinan her kes dileyze.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist ji bavê berê de lîstika topa garanê tê lîstin.
Ev lîstik ji hêla hin rêzikên xwe ve dişibe beyzbolê. Lîstik bi du tîmên ku ji 6 kesan pêk tên ve ev lîstik tê lîstin. Gog jî bi mû û pirça bizinan a ku xistine goreyê tê çêkirin.
Ên ku di lîstikê de bi ser dikevin ji bo xwarinê diçin mala kesekî ku ji tîma têkçûyî ye.
Li gundê Çelebîbaga ku girêdayî navçeya Ercişê ye têkoşîna du tîman a li ser berfê, bi kelecaneke mezin ve hat lîstin.
Emîn Yalçinê ku ji tîma têkçûyî bû daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bavê wî ji kalê xwe, wî jî ji bavê xwe hînî leyîstika goga garanê bûye.
Yalçin destnîşan kir bi taybetî di zivistanê de li ser berfê dilîzin û diyar kir ku piştî ku pûta heywanên xwe didin bi hevalên xwe yên li gund re digihêjin hev û goga garanê dilîzin.
Hakan Kuçuk jî diyar kir ku ji bavê berê de goga garanê tê lîstin û wiha got: "Amerîkayiyan ev lîstik ji xwe re kirine mal, lê bi sedsalan e li herêma me tê lîstin. Bi gelemperî xelata lîstikê jî xwarin e. Tîma ku di lîstikê de têk diçe, li mala xwe xwarinê dide tîma ku bi ser dikeve. Zivistanê lîstina vê lîstikê xweştir e. Carna jî goga me di berfê de wenda dibe. Ji ber vê jî em goga xwe ji goreyên reş çêdikin."
Hasan Dîlemez jî diyar kir ku ev lîstik ji kalê xwe dîtiye û wiha got: "Piştî ku em taştê dixwin, em tên qadê û heta êvarê dilîzin. Ez 55 salî me. Ji berê de vê lîstikê dilîzim."