Rauf Maltaş
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
Li Şanliurfayê Buşra Nur Çelîka 25 salî bi saya "Projeya Îstihdamê ya Milyonek Nivîsbar" bû xwedî kar û li mala xwe dixebite.
Çelîka ji Beşa Endezyariya Makîneyê ya Zanîngeha Heranê mezun bû li ser înternetê serî li vê projeya ku du sal û nîv berê hat destpêkirin da û li Midûriya Şaxa Înovasyonê û Bajarvaniya Hişmend ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê perwerde dît.
Piştî ku di ezmunan da bi ser ket bi şirketeke li Bursayê va li hev kir û niha ji mala xwe ji wê şirketê ra karê nivîsbariyê ya li ser komputerê dike.
- "Ez bi şanaz im ku vî karî dikim"
Çelîkê got piştî perwerdeyeke 3 mehan ew bû xwedî kar û ev meheke jî li mala xwe dixebite.
Çelîkê anî ziman ku bi saya vî karî ew dikare bi şirketên li ku dera dinyayê dibe bila bibe ra bixebite û wiha axivî: "Hewce nake tu herî cihekî, tu dikarî li mala xwe jî vî karî bikî ku ev jî feydeya herî mezin a karê nivîsbariyê ye. Min qet xeyal nedikir ku ez ê bi vî awayî bixebitim, lê derfetek derket pêşberî min û min jî serî lê da. Ez bi şanaz im ku beşdarî vê qadê bûm. Ez ê bixebitim û ji bo ku welatê xwe serfiraz bikim ezê hewl bidim. Ez spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Şaredarê Bajarê Mezin a Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul dikim ku piştgirî dan vê perwerdeyê."
- "Heta niha karekî wiha neketibû dest"
Bavê wê Nîhat Çelîk jî got piştî ku ew wek karker xebitiye teqawîd bûye û wî gelekî ked daye ku zarokên wî bixwînin û karên baş bikin.
Çelîk anî ziman ku ew kêfxweş e ku qîza wî ji malê dixebite û wiha axivî: "Heta niha karekî wiha neketibû destê wê. Berê em bi keda xwe ya destan dixebitîn, lê niha teknolojî guherî. Înşallah zarokên me di vî karî da wê serkeftî bin. Ev ji bo me serfirazî û şanazî ye. Ez dixwazim ew her tim vî karîbike. Ji bo Tirkiyeya me, welatê me û me ev kar pir girîng in.
Emîne Çelîka dayika wê jî got qîza wê hem di malê da alîkariyê dike û hem jî dixebite û ji ber vê kêfxweşiya xwe anî ziman.