VAN
Piştî pêvajoya çareseriyê kesên ku ji xwezayê hez dikin wek ku bihar û havînê, zivistanê jî hilkişiyan çiya.
Li herêmê kulubên werzişê yên ku gelekê wan ji karmendên dewletê pêk tên dawiya hefteyê çalakiyan li dar dixin û mirov bi hev re hildikişin çiyan.
Kuluba Werzişên Xwezayê ya Vadiyê ya li Wanê her hefte çalakiyan li dar dixe. Kulubê li Gewaşa navçeya Wanê nêzîkî taxa Altinsaçê çalakiyek li dar xist û gelek esnaf, xwendekar, mamoste û xebatkarên tenduristiyê bi hev re beşdarî vê çalakiyê bûn.
Kom bi hev re çû Dêra Sor, ji wir derbasî gelî bû û ji wir jî hilkişiya lûtkeya çiyê.
Ugur Golasê di nav komê de cih digre ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew jî wek hevalên xwe bi çiyageriyê ve eleqedar e û wiha axivî: "Em çûn Dêra Sor. Ji wir 14 û 15 kîlomêtro meşiyan û hilkişiyan çiyê. Em guh nadin hewa sar e an germ e, em her tim çiyageriyê dikin. Zivistanê hinekî zehmettir e."
- Pêvajoya çareseriyê
Golas got ku ew dixwazin li Hekarî, Şirnex, Mûş, Bidlîs, Agirî û bajarên din jî çiyageriyê bikin û wiha axivî: "Mirov dixwazin bê tirs bimeşin, herin xwezayê û cihên dîrokî bibînin. Em dixwazin herin Çatak, Bahçesaray, Perwarî û herêmên din. Helbet ev ji ber pêvajoyê ye. Em hêvî dikin ku ev pêvajo dewam bike û kes nebe sedema qedandina wê."