SÎVAS
Wezirê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz der barê niqaşên gelo dê rutbeyên Sererkanê berê Îlker Başbûg jêbikin an na de got: "Der barê mijarê de dê dadger biryarê bidin. Ew çi bibêjin qebûl e."
Wezîr Yilmaz piştî ku serî li qûluba Sîvassporê da, bêşdarî Mîhrîcana Çandê ya Hafîk û Gulaşê bû.
Yilmaz piştre jî çû serxweşiya dayîka Serokê BBPê Aytekîn Kulmaç.
Rojnamevanan di serxweşiyê de gotinên dadgerekî eskerî yê teqawîd yên wekî 'tu kes nikare rutbeyên Sererkanê berê İlker başbûg jêbike' bi bîr anîn û li ser vê jî Yılmaz wiha got: "Der barê vê mijarê de dê dadger biryarê bidin. Dibe ku tiştê dibêje rast be. Biryara vê dê dadger bidin. Ew çi bibêjin qebûl e. Em dixwazin tu kes bi qasî serê derziyê zirarê nebîne. Armanca me ev e."