ERZURUM
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala li Salona Miftîtiyê beşdarî 4emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Jinên Bajêr ya AK Partiyê bû û li vir axivî.
Ala got ku rêberê pêvajoya çareseriyê hêsirên dayîkan e û wiha pê de çû:
"Cesareta dayîkan rêhevaltiya pêvajoya çareseriyê dike. Piştî pêvajoyê em ji 78 milyon mirovên xwe re wed dikin ku wê hemû bi hev re şad û bextewar bibin û demokrasiya Tirkiyeyê wê xurttir bibe. Cara caran ji me dipirsin, dibêjin: 'We çi da, hûn çi wed dikin'. Me mirovahî da, em ê çi bidin. Em Tirkiyeyeke pêşdeçûyî wed dikin, em ê çi wed bikin."
"Zarokan nebin serê çiyê, tevlî terorê nekin"
Ala bal kişand ku hin hêz hewl didin ku gelê welêt berde hev û wiha dewam kir:
"Em naxwazin ku ciwan bibin terorîst û li serê çiyê pûç bibin. Em naxwazin ku ew derkevin serê çiyê û di wan şikeftan de bijîn. Em dibêjin ku zarokan nebin serê çiyê, tevlî terorê nekin. Bi teror û şidetê ve kes nikare ji vî welatî kevirekî hilde. Dinya alem vê dizane. Dinya alem bû yek, heft dewlet bûn yek jî dîsa em têk neçûn, kî dikare me têk bibe. Ev rê û rêbazên we tenê zirarê dide tirk, kurd, çerkez, abaza, me hemûyan û vî milletê Îbrahîm. Ji bilî vê zirarm kêr nayên. Dev ji van rê û rêbazên xwe berdin û biavêjin sergoya dîrokê. Em jiyana xwe bidomînin. Me serî li ber heft dewletan netewand û em bi ser ketin. Em dikarin li hemberî van jî bi ser kevin, lê em naxwazin bedelê bidin. Em çima bedelê bidin, em ê li ser navê çi bidin? Êdî her kes dizane ku yên ku dixwazin me berdin hev, kîjan rê û rêbazan bi kar tînin. Em yekî berteref dikin, yê din dertê, em yê din berteref dikin, yê din dertê. Em yê kûr berteref dikin, yê paralel dertê. Em yê paralel berteref bikin, yekî din wê derkeve. Lê em dibêjin êdî dem hat ku ji van hemûyan xelas bibin. Em ji van xelas bibin û bila dayîk bi heman zimanî zarokên xwe hez bikin."