Mustafa Çalkaya
07 Nîsan 2021•Rojanekirin: 08 Nîsan 2021
Halîl Îbrahîm Balciyê Serokê Federasyona Firinkarên Tirkiyeyê diyar kir ku îsal di remezanê da bihayê kîloya pîdeya Remezanê ew ê di navbera 11-12 lireyî da be, li gor vê li Enqereyê pîdeya 275 qiramî bi 3 lireyî, li Antalya û Îzmirê pîdeya 250 qiramî bi 3 lireyî, li Stenbolê pîdeya 365 qiramî bi 4 lireyî were firotin.
Balci di daxuyaniya nivîskî da agahiyên pîdeya remezanê parve kir.
Balci got li gor bajaran maliyet hesab kirin û kîloya pîdeya remazanê ew ê di navbera 11-12 lireyî da were firotin û wiha pê da çû: "Wekî mînak, li Enqereyê pîdeya 275 qiramî bi 3 lireyî, li Antalya û Îzmirê pîdeya 250 qiramî bi 3 lireyî, li Stenbolê pîdeya 365 qiramî bi 4 lireyî, li Kocaelî û Sakaryayê pîdeya 370 qiramî bi 4 lireyî, li Trabzonê pîdeya 500 qiramî bi 5 lireyî ew ê were firotin."
Balci got wezîfeya girîng a firinan ew e ku nanê hatiye lêxistin bi hiyen bigihîne ber destê mişteriyan, li firinan girîngiyê didin hijyen, maske û mesafeya fizîkî.