ANKARA
Biryara bi hincet a der barê binpêkirina mafan a der heqê Midûrê Ewlekariyê yê berê Hanefî Avci de ya ku bi destê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hat dayîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Hanefî Avciyê ku ev 4 sal e di girtîgeha Silîvriyê de bû serî li Dadgeha Qanûna Bîngehîn xistibû, Dadgeha Payebilind bi hinceta "kêmasiya delîlan" biryar da ku mafên Avcî hatine îxlalkirin.
Avcî li gor biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn, bi destê Daîreya Ceza ya 9emîn a Dadgeha Bilind ji girtîgeha Silîvriyê hat tehliyekirin.
Lêkolînên daîreyê yên li ser temyîza dosyeya Rêxistina Baregeha Şoreşê ya ku ji bo wê 15 sal û 4 meh û 5 roj ceza dabûn Avcî dewam dikin.