KARABUK
Li Safranboluya navçeya Karabukê mutşebisekî zendên xwe bada û ji tiriyên çawişê yên ku bi taybetî li vê navçeyê navdar in, kolonya çêkir.
Husnu Ozdemîrê ku li navçeyê berhemên kozmetîk difroşe, ji tiriyên çawişê yên ku li Safranboluyê li ser qadeke fireh a 891 dekarî hatiye danîn û li navçeyê jî wekî tiriyên herî bi qalîte tê zanîn, kolonya çêkir.
Ozdemîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir kolonyaya ku ew ji tiriyan çêdike, ew pêşkêşî tûrîstên ji welat û biyanî dike û her wiha gelek tûrîst kolonyayê distînin.
Ozdemîr destnîşan kir ku kêfa wî gelekî bi bêhna tiriyan hat û ji ber vê qasê jî wî zendên xwe badan û dest bi çêkirina kolonyayê kir.